Hesin
Tu dikarî vê gotarê ji gotarên wekhev ên Wîkîpediyayên îngilîzî, slovenî û xirwatî bi riya wergerê berfireh bikî.
Ji bo dîtina rêzikên wergerandinê pê li [nîşan bide] bike.
|
| |||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
Şeklê wê | |||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
Bi tevayî | |||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
Nav, direfş, nimre | Hesin, Fe, 26 | ||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
Kom, vedor, blok | 8, 4, d | ||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
Cure | Lajwerdên derbasiyê | ||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
Tîrbûn | 7,874 g/cm³ | ||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
Agahî | |||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
Giraniya atomê | 55,845 u | ||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
Nîveşkêla atomê | 140 (156) pm | ||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
Nîveşkêla kovalansê | low-spin: 123 pm, high-spin: 152 pm | ||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
Rêzbûna elektronan | [Ar] 3d6 4s2 | ||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
Xala helînê | 1811 K (1538 °C) | ||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
Xala kelînê | 3134 K (2861 °C) | ||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
Kabikê molî | 7,09 · 10−6 m³/mol | ||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
Derenceya bilindbûnê | +2, +3, +4, +6 | ||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
Oksîdên xwe | FeO, Fe2O3, Fe3O4 | ||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
Elektronegatîfî | 1,83 (Pauling-Skala) | ||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
Îzotop | |||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
|
Hesin an jî Asin metaleke kîmyewî ye ku hejmara wê ya atomî 26 e. Sembola wê Fe ye, ji bi latînî: ferrum "hesin". Hesin yek ji metalên koma lajwerdên derbasiyê ye. Hesin lajwerda herî pirr li cîhanê tê dîtin e. Herwiha di qafika erdê de lajwerda herî zêde ya çarem e. Ji ber ku di navenda erdê de wilqas gelek hesin heye, tê texmînkirin ku rola hesin li ser qada manyetîk a cîhanê gelek e.
Lajwerda hesin, ji cewherên hesin tê çêkirin û li xwezayê bi awayê elementî ne gelek e. Ji ber ku mirov hesinê lajwerdî bi dest bixe pêwîst e reaksiyonên lêvegerker[1] (îng: reducer) di nava cewherên hesin de pêk werin. Hesin bi pirranî ji bo çêkirina, amêjena[1] (îng: alloy) bi karbon ango polayê tê bikaranîn.
Hinga hesin bi karbonê re heta germahiya 1420–1470K tê kelandin di hundirê şileya helînek a ku pêk tê de, 96,5% hesin û 3,5% karbon heye ku av amêjen weke hesinê darêjtî tê binavkirin. Lê berî ku ev amêjen were bikaranîn divê reaksiyona dekarburasyonê pêk were, ji ber ku ev amêje hê jî gelekî qurfok e.
Dîroka hesinê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bikaranîna hesin a pêşin ji bo serikê rim, kêr û tiştên xemlê re pêk hatiye. Dîroka bikaranîna pêşîn a hesin digihe serdema Misiriyên kevn ku di dema berî zayînê 3500'î de bû.[2] Bikaranîna hesin li ser serdema bronzê bandoreke mezin kiriye ku alavên şer ên qewîn bi hesin hatine çêkirin. Lê dîsa jî ji ber ku hesin bi bandora korozyonê xera dibe gelek mînakên berê yên ji hesin çêkirine nîn in. Mînakên alavên ji hesin çêkirine hene ku li herêma Mezopotamya hatine dîtin û dîroka wan digihîje 2000'ê berî zayînê. Herwiha di dîrokê de ku ji ber dîtin û bikaranîna hesin bi navê Serdema hesin tê bilêvkirin, li cîhanê di navbera salên cur bi cur pêk hatiye. Mînak serdema hesin li Mezopotamya di navbera sedsalên 13 û 6'ên berî zayînê de pêk hatiye.
Berhemên helandî yên hesinî ku li Hindistanê hatine dîtin digihine salên 1800 û 1200'ên berî zayînê.[3] Herwiha berhemên hesinî yên ji herêma Levante digihine salên 1500'ê berî zayînê. [4] Bikaranîna hesina a li Ewropa hinekî dereng çêbûye. Li Ewropa hesinê darêjtî yê pêşî li Swêdê pêk hatiye. Di dema pêşketina sanayî ya Ewropa de rola hesin pir girîng bû. Piştî vê re li cîhanê heta roja me hertim bi awayekî payebilind hatiye bikaranîn. Hesinê darêjtî cara pêşî li Çînê di sala 550'ê berî zayînê de hatiye bikaranîn.[5]
Di serdema kevnare de sembola yezdanê şer Mars herwiha ji bo hesin jî dihate bikaranîn.
Bikaranîn
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Hesin di nav hemû lajwerdan de ya herî pirr tê bikaranîn e. Metalên ku li cîhanê tên çêkirin 95% hesin in. Ji ber bihayê wê yê erzan û bikaranîna hêsan; di qadên mîna tirimbêlçêkirin, keştîçêkirin, avahî û hwd de gelekî tê bikaranîn.
- Xavhesin: Di hundirê wê de 4–5% karbon û bi awayên guhêzbar S, Si, P hene. Ji ber ku navê rewşa hesin a di navbera cewherên hesin û hesinê darêjtinê de ye, bi zimanê almanî roheisen ango hesinê xav tê bikaranîn.
- Hesinê darêjtî: Di hundirê wê de 2–4% karbon, 1–6% sîlîsyûm û hinek manganez heye. Malzemeyên weke kewkurd û fosforê yên di hundirê xavhesin de pirr in, bi kelandinê di nava hesinê darêjtinê de gelekî kêm dibin. Xala kelînê 1420–1470 K ji xala kelînê ya hesin û karbon kêmtir e. Lewma dema bi hev du re tên kelandin pêkhatiya pêşî diderkeve berhema hesinê darêjtinê ye. Taybetmendiyên wê yên mekanîk bi pirranî dişibin karbona di hundirê wê de. Di nav hesinê darêjtî yê spî de, karbon weke sementît an jî hesin karbur e. Lewma ev pêkhatî taybetmendiya hesinê darêjtinê diguhere û wê hişk dike lê li hemberî derban qels dike. Di nava hesinê darêjtî yê gewr de karbon bi awayê grafît a libên tenik e. Lewma ev taybetmendî di nava grafîtê de dihêle ku malzeme qurfok bê.
- Polaya karbonê: Di hundirê wê de 0,4–1,5% karbon û hinek manganez, kewkurd, fosfor û sîlîsyûm heye.
- Hesinê darêjtî yê kutanbar: Di hundirê wê de kêmtirî 0,2% karbon heye ku ev berhemeke têr û kutanbar e.
- Polaya amêjenî: Di hundirê wê de têdahiya karbonê guhêzbar e û herwiha di nav de krom, vanadyûm, molîbden, nîkel û tungsten jî heye. Di roja me de gelek amêjeyên hesin-polayê yên xwediyê taybetmendiyên cur bi cur hatine çêkirin. Bi giştî taybetmendiya van amêjeyên polayê ew e ku, bi tevlîkirina mîktareke kêm ew dibin xwediyê awayekî têr û qewîn.
- Hesin(III) oksît: Ev cure di çêkirina beşên tomarkirinê yên manyetîk ên xêvjimêran de tên bikaranîn.
Binyatên kîmyaya nûjen
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Antoine Lavoisier ji bo bidestxistina hîdrojen ê, reaksiyona hilma avê ya ku di hundirê wê de hesina lajwerdî hebû, di nava tûpekî birqokî de ji bo îspatkirina parastina gomlatê pêk anî. Oksîdasyona anaerobîk a bi hesin a di bin tîna bilind de dikare weke reaksiyonên jêr werin nivîsandin:
- Fe + H2O → FeO + H2
- 2 Fe + 3 H2O → Fe2O3 + 3 H2
- 3 Fe + 4 H2O → Fe3O4 + 4 H2
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b Ferhenga Zana Farqînî ya tirkî-kurdî, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
- ^ Weeks, Mary Elvira; Leichester, Henry M. (1968). "Elements Known to the Ancients". Discovery of the Elements. Easton, PA: Journal of Chemical Education. pp. 29–40. ISBN 0-7661-3872-0. LCCCN 68-15217
- ^ "Kopîkirina arşîvê" (PDF). Ji orîjînalê (PDF) di 5 kanûna pêşîn 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 1 çiriya pêşîn 2011.
{{cite web}}
: CS1 maint: archived copy as title (lînk) - ^ James D. Metalworking/Mining in the Levant|pages = 174–183|title =Near Eastern Archaeology IN: Eisenbrauns
- ^ Wagner, Donald B. |title=Chinese blast furnaces from the 10th to the 14th century